Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê 3 ciwan dema ji Helebê vedigeryan Efrînê winda bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku têkilî bi her 3 ciwanan re dema ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ber bi gundewarê Efrînê yê dagirkirî ve vedigeran qut bûn.
Ciwanên winda bûne;
Dijwar Mecîd Zênel û Ehmed Idrîs Zênel ji gundewarê Cindirêsê ne û yê sêyemîn jî ji pêkhateya Ereb e.
Malbatên her 3 ciwanan aliyên berpirs ên li bajarê Helebê, “Ewlehiya Giştî” û Hêzên Asayîşê agahdar kirin, lê heta niha tiştek li ser wan nehatiye zanîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê rewşa wan dişopîne û bang li aliyên berpirs dike ku hewldanên xwe zêde bikin.



