Zanîngeha Şerq a Reqayê rê dide karmendên Rêveberiya Xweser ku xwendina xwe temam bikin.
Zanîngehê ragihand ku ji bo pêşwaziya xwendekaran ew deriyê tomarkirinê vedike.
Di daxuyaniya Zanîngeha El-Şerq de tê gotin ku ji bo xwendekarên di dema şoreşê de dev ji xwendina xwe berdane û di saziyên Rêveberiya Xweser de xebitîne, bernameyeke xwendinê pêşkêş dikin.
Zanîngehê bang li hemû endamên Rêveberiya Xweser kir ji bo berdewamkirina xwendina xwe pêwîstiyên xwe bînin û jinûve xwendina xwe temam bikin.



