Foruma 9’emîn ya Silêmaniyê bi tevlîbûna zêdetirî 700 kesayetên siyasî, berpirsên hikûmeta Herêmê, Iraqê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Ewropayê dest pê kir.
Foruma 9’emîn ya Silêmaniyê saet 10:00’an li Zanîngeha Emerîka ya li Silêmaniyê bi tevlîbûna zêdetirî 700 kesayetên siyasî, berpirsên hikûmeta Herêmê, Iraqê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Ewropayê dest pê kir.
Li kêleka gelek kesayetan, Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed jî cihê xwe forumê de girt.
Sûdanî: Îraq di rewşek zehmet de derbas dike
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got ku Iraq di aliyê aborî, siyasî û ewlehiyê de di rewşek zehmet de derbas dibe û ew dixwazin bandora Iraqê li ser asta herêmî hebe.
Her wekî Sûdanî eşkere kir ku ewê di hilbijartina bê de jî namzetiya xwe dayne.
Emar Hekîm: Divê hemû aliyên siyasî li gor destûrê tevbigerin
Serokê Tevgera Hikme Emar Hekîm diyar kir ku destûr bingeha yasayan e, divê aliyên siyasî li Iraqê li gor destûrê tevbigerin.
Lewra, divê çek di destê dewletê de be, çimkî gelek caran artêşê nekarî welatiyan biparêze, welatiyanxwe parastiye.
Divê çek di destê dewletê de be, me gelek şer dîtin ku artêşê nekarî welatiyan biparêze.
Nûnerê NY’ê: Hilbijartinek giring li pêş Iraqê ye
Li aliyê din Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Mihemed Hesan jî di forumê de got ku divê tevayî aliyên Iraqê kar li ser hevrejiyanê bikin, xwe ji parçebûn û nakokiyan dûr bigrin, ji ber ku hilbijartinek giring li pêş Iraqê ye.
Hesan diyarkir ku îsal erka wan ya li Iraqê bi dawî tê, lê ewê ji bo pêkhatina aştî û aramiya Iraqê piştgiriya xwe bidomînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye di 9’ê Nîsanê de Desteya Wezîran a Iraqê biryar da ku roja 11’ê Mijdara 2025’an hilbijartina parlementoya Iraqê pêk were.



