Operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê di roja duyemîn de li beşên jinên DAIŞ’î û penaberên Iraqî dewam dike.
Di roja dyemîn a Operasyênê de 28 çete hatin girtin.
Duh Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê ya li kampa Holê dabû destpêirin.
Operasyona ewlehiyê di roja duyemîn de ye.
Operasyon bi desteka YPJ û QSD’ê ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê ji şaneyên DAIŞ’ê dest pê kiriye.
Îro jî Operasyon li beşên jinên DAIŞ’î û penaberên ji Iraqê dewam dike.
Li kampê û derdora wê 28 çete hatin girtin
Di roja duyemî ya Operasyonê de 28 çete li kampê û derdora wê hatin girtin.
Li kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, 35 hezar û 323 kes hene, ji wan 13 hezar û 124 kes penaberên Iraqî ne, 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî ne, 6 hezar û 385 jin û zarokên DAIŞ’iyan in.



