Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed tevlî Dîdara Silêmaniyê bû û têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê axivî.
Îlham Ehmed da zanîn ku her kes dibîne ku divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin.
Her wiha ji bo lidarxistina konferansa neteweyî jî Îlham Ehmed hêvî kir ku hemû hêz û partî helwesta xwe bikin yek.
16 û 17’ê Nîsanê de Dîdara 9’emîn a Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyê pêk hat.
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed jî di nav de zêdetirî 700 kesayetên siyasî,
Berpirsên hikumeta federal a Başûrê Kurdistanê, Iraqê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Ewropayê beşdarî dîdarê bûn.
Dî dîdarê de dosyayên siyasî, ewlehî û aborî yên ku bandorê li Iraq, herêmê û cîhanê dikin hatin gotûbêjkirin.
Her wiha rûnişteke taybet ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû veqetandin.
Ilham Ehmed: Vegera li sîstema navendî êdî vebijêrekek mayînde nîne
Têkildarî mijarê, Ilham Ehmed axivî û da zanîn ku di dîdarê de bi giranî rewş, jeosiyasî û siyaseta heyî, hevsengiyên heyî ya li herêmê û bandora wê li ser welatên wekî Sûriyê hatin nîqaşkirin û wiha bi lêv kir:
Di dîdarê de ji bo rewşa Sûriyê teqezî li ser vê yekê hat kirin ku vegera li rewşa beriya 2011’an ne mumkin e.
Hinek nêrîn derketin ku banga sîstema nenavendî dikin. Hin din jî sîstema federalî ya ku piraniya sûriyeyan li ser wê lihev kirine, xwestin.
Aşkere ye ku sîstema navnedî ya hişk êdî vebijêrkeke mayînde nîn e.
Ilham Ehemd destnîşan kir ku avakirina sîstemeke nenavendî bûye pêwîstiyek û got:
Ev sîstem derfetê dide gelê herêmê ku bi xwe xwe bi rêve dibe û tev li sîstema siyasî ya li Sûriyê dibe.
Ilham Ehmed: Rêveberiya Xweser temsîla îradeya siyasî ya pêkhateyên herêmê dike
Ilham Ehmed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha anî ziman:
Ev rêveberî temsîla îradeya siyasî ya pêkhateyên herêmê dike.
Jin û pêkhateyên cûda di vê rêveberiyê de îradeya xwe ya siyasî ya hevbeş ava kirine.
Lew ra gelek hêz û aliyên siyasî eleqeyê didin vê sîstemê. Her kes dibîne ku divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin.
Ilham Ehmed hevdîtinên ku wê di navbera dîdarê de ku li gel hêzên siyasî kirine erênî nirxandin.
Ilham Ehmed: Divê hêz û partî helwesta xwe bikin yek
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêvî kir ku di demeke nêzîk de konferansa neteweyî ya partiyên siyasî ên Rojavayê Kurdistanê pêk were û got:
Ev daxwaz a gel e.
Divê hêz û partî helwesta xwe bikin yek, komîteyekê ava bikin ku bi desthilata Şamê re mûzakereyan bike da ku mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de werin mîsogerkirin.



