Xwediyên pez ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber pêla hişkesaliyê ya giran a ku îsal li herêmê ji ber kêmbûna baranê çêbûye, rûbirûyî rewşên zehmet in.
Bijîşkên Beyterî jî şîret û pendên parastina sewalvaniyê pêşkêş kirin.
Xwediyê pez ên li mezreya Ednaniyê ya li gundewarê rojavayê kantona Reqayê, Enwer El Ezo axivî û wiha bi lêv kir:
Êdî giyayê têrê pez dike tune ye. Erd xela ye, çêregeh û rûberên şînkahî kêm in.
Ji ber ku em nikarin pezên xwe têr bikin û ji bo peydakirina êm ji yên mayî re, em neçar bûn ku hin pezên xwe bifiroşin.
Ji bo balkişandina ser mezinahiya pirsgirêkê û rêbazên rûbirûbûna wê, Gerînendeyê navenda beyteriyê yê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê Dr. Munzur El Salih re axivî û got:
Hişkesalî li ser sewalvaniya herêmê bandoreke wêranker e.
Çandina cehê şînkirî, ji bo dabînkirina êmê kesk a xurek, ji bo sewalan bibe çareseriyek û bi hevrûkirina çandiniya klasîk re çandina wê aveke kêm divê.
Ji bo parastina sewalan di havînê de divê sî û ava sar bên peydakirin.
El Salih di dawiyê de anî ziman ku divê xwediyên pez bi navendên beyterî û aliyên çandiniyê re di nava têkilyan de ku şîret û perspektîvên guncaw ji bo sewalan wergirin.



