Li Girava Îmraliyê maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin.
CPT û saziyên mafên mirovan jî li hemberî vê yekê bêdengin û bi erka xwe ranabin.
Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmet bang li CPT’yê û hemû saziyên mafên mirovan ên navnetewî kir ku bi rola xwe rabin û tecrîda li dijî rêber Apo bi dawî bikin.
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û Muameleya Xerab a Ewropayê (CPT) di navbera 7-11’ê Nîsanê de serdana hin girtîgehên Tirkiyê kir.
Lê belê CPT neçû Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêber Apo lê tê girtin.
CPT, herî dawî di sala 2022’an de çûbû serdana Girtîgeha Îmraliyê lê rapora xwe bi raya giştî re parve nekiribû.
Derbarê mijarê de, Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmet axivî.
Silêman Îsa Ehemet bi bîr xist ku bi salan e bi hincetên cuda hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Rêber Apo re tê astengkirin û wiha anî ziman:
Li Girava Îmraliyê maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin.
Sillêman Îsa Ehmet: CPT ne li gorî hiqûqê, li gorî dewleta Tirk tevdigere
Her wiha Silêman diyar kir ku çûyîna CPT’yê ji bo Îmraliyê êdî ji wateya xwe derketiye û got:
Ji ber ku heta niha ti raporên xwe bi raya giştî re parve nekirine.
CPT ne li gorî hiqûqê û mafên mirovan tevdigeriya, li gorî hesasiyeta dewleta Tirk tevdigeriya.
Sillêman Îsa Ehmet: Divê CPT û saziyên mafên mirovan bi rola xwe rabin
Silêman Îsa Ehmet anî ziman ku eger CPT encamên serdanên xwe yên li girtîgehan neke rapor û bi raya giştî re parve nek ti wateya serdanên wan nîn e.



