Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê bi rêya kooperatîfan hewl dide piştgiriyê bide hilberîna xwecih.
Di vê çarçoveyê de, meclisê projeyeke înkubatoran (cîhazên kurkê) da destpêkirin.
Proje ji 6 înkubator û çewlikan pêk tê û her yek têra 19 hezar hêkan dike.
Beytarek û 8 karker çavdêriya projeyê dikin.
Têkildarî projeyê beytar Kazim Hemed axivî û got:
Înkubator bi awayekî otomaktîk dixebitin û em jî çavdêriyê li xebata wan dikin.
Divê zêdetirî 15 deqeyan kehrebe li ser înkubatoran qut nebe, ji ber ku ew ê telef bibin.
Di projeyê de du hangar hene, yek tê de çêlik tên xwedîkirin û ya din jî ji bo xwedîkirina sewalan e.
Hemed anî ziman ku hilberandina çêlikan dê bi xwe re zêdebûna mirîşkan, goşt û hêkan jî bîne û wiha anî ziman:
Ev înkubatorên nû yên kooperatîfan di pêkanîna sûdewariyên xwecihî de dê bibin alîkar.



