Hate zanîn ku di êrişên vê sibehê yên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatine kuştin.
Berevaniya Sivîl a Filistînê ragihand ku îro serê sibê di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li ser Xezayê de bi kêmanî 7 kes hatine kuştin.
Berdevkê Paratina Sivîl a Filistînê Mehmûd Besel ji AFP’ê re got:
“Di danê sibeha de êrişên dijwar li ser bajarên Xeza, Beyt Lahiya, Beyt Hanûn û Xan Yûnisê pêk hat.
Di encama de 7 sivîl hatin kuştin.
Her wiha Mehmûd Besel bi domdarî got:
“Di emcama bombebaran malek li taxa Rîmal a rojavayê Xezayê 4 kes hatin kuştin.
Malek li herêma Sebra ya rojavayê Xezayê hat bombebarankirin û di encama de 2 kes hatin kuştin.
Li Xan Yûnisê jî di êrişa li dijî avahiyekê de kesek şehîd bû.”
Berdevkê Parastina Sivîl Mehmûd Besel da zanîn ku artêşa Îsraîlê li rojhilatê Xezayê û Refehê zêdetirî 10 mal rûxandin.
Besel ragihand ku artêşa Îsraîlê taxên Derec, Tufah û Şûcaiyê yên Xezayê jî bi obîsan bombebaran kirin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê, ji 18’ê Adarê de di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li ser Xezayê de bi kêmanî hezar û 827 kes hatin kuştin.
Ji destpêka êrişên Cotmeha 2023’yan ve bi kêmanî 51 hezar û 201 kes hatine kuştin.



