Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyên her du şervanên QSD’ê Gîvara Efrîn û Mazlûm Şehba oxir kirin û soza şopandina rêya wan dubare kir.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn û bi karwanekê cenazeyên her du şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Gîvara Efrîn (Pêşeng Elîko) û Mazlûm Şehba (Ehmed Mistefa) ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê birin.
Şervan Gîvara Efrîn (Pêşeng Elîko) û Mazlûm Şehba (Ehmed Mustefa) di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de, li herêma Tirwaziye ya rêya navneteweyî ya M4’ê di 19’ê vê Nîsanê de şehîd bûn.
Li goristanê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Zinarîn Efrîn got ku xwedîderketina li mîrasa şehîdan erkê tevahî civakê ye, ji nav wan jî malbatên şehîdan.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zagros Heleb jî bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza domandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê dubare kir.
Apê şehîd Gîvara, Ehmed Elîko bi navê malbata şehîd got ku serkeftinên ku li Bendava Tişrînê û Şêxmeqsûd hatine pêkanîn, bi saya fedakarî û têkoşîna şehîdan in.
Elîko banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan û şopandina rêya wan ji bo avakirina welatekî demokratîk û azad, kir.
Di dawiya merasîman de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û cenazeyên wan bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd namirin” hatin definkirin.



