Şaxê Komeleya Mafên Mirovan ya Amedêr rapora sala 2024’an ya binpêkirina mafan ya li Bakurê Kurdistanê weşand.
Li gorî raporê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirina mafan pêk hatiye.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora 2024’an a binpêkirina mafên mirovan a li bakurê Kurdistanê bi civînekê eşkere kir.
Civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê ya Amedê hat lidarxistin.
“Li Bakurê Kurdistanê 7 hezar û 431 binpêkirina mafan pêk hatin”
Li gorî raporê di sala 2024’an de li bakurê Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan pêk hatin.
Di raporê de hate diyar kirin polîtîkayên nijadperest, dijminatiya jinan berdewam dike û polîs û leşker bûn sebeba gelek binpêkirina mafên mirovan.
Binpêkirin û kiryarên ku hatine kirin wiha hatin bi rêz kirin;
Qeyûm avêtin ser 7 şaredariyan.
108 jê zarok bi giştî 2 hezar û 14 kes hatin binçavkirin.
8 jê zarok herî kêm 308 kes hatine girtin, herî kêm li 12 kesan cezayê girtîgehê hate birîn.
Herî kêm 972 caran bi ser mal û kargehan de hate girtin.
Der heqê 60 kesan de lêpirsîn û 108 kesan de jî doz hate destpêkirin.
Der heqê 93 kesan de cezayên girtîgehê û yê pereyan hate birîn.
Li girtîgehan 11 girtiyan bi îdiaya “xwekuştine” jiyana xwe ji dest dane.
Li 40 girtiyan cezayê disiplînê hate birîn, 22 girtî hatin tecrîdkirin, berdana 32 girtiyan hate paşxistin.
Di êrişên cuda de 3 endamên partiyên siyasî hatin kuştin.
Di teqînan de yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 52 jin hatin kuştin.
Di encama tundiya nava malê de 14 zarok hatin kuştin.



