Belgefîlma bi navê “Vejîna Kurd” ku qala dîroka têkoşîna û berxwedana gelê Kurd dike ji aliyê You Tube de hate astengkirin.
Komîna Belgefîlmê ya Şehîd Gulistan TARA bertek nîşan da û girtina hesabê belgefîlmê weke sansurê bi nav kir.
Belgefîlma “Vejîna Kurd” li ser medyaya dîjîtal hate weşandin rastî êrîş û astengiyên cuda hat.
Platforma YouTube hesabê fermî yê belgefîlmê bi hinceta “binpêkirina polîtîkayên rêxistinên sûc ên tundûtûj” girt û gihîştina naveroka belgefîlmê asteng kir.
Komîna Dokumantera Şehîd Gulistan TARA derbarê astengkirina belgefîlmê de daxuyanî da û bertek nîşan da.
Komînê diyar kir belgefîlma “Vejîna Kurd” ji roja ku dest bi weşana xwe li ser medyaya dîjîtal kir rastî gelek êrîş û astengiyên dewleta Tirk hatiye û hate gotin,
“Erka belgefîlmekê; vegotina şahidên serdemê, belge û dîmenên pêvajoyên dîrokî wekî sûc hatine hesibandin.
Ji ber vê yekê, şêwaza vegotina me ya objektîf û dîrokî ya rast hatiye astengkirin.”



