Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê sersaxî dan malbatên şehîdan Gîvara Efrîn û Mezlûm Şehba yên ku di topbarana dewleta Tirk de şehîd bûne.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Ehmed El Ebdda axivî.
El Ebdela di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got ku şehîdan ji bo mafên gelê xwe canê xwe feda kirin, ev erkeke pîroz e li ser milê hemû şoreşgerên rêya azadiyê ye. Her wiha got, “Em ê heta serkeftinê têbikoşin û rêya şehîdan bişopînin. “
Ji rêvberên Kongreya Star Amîra Topal diyar kir ku şehîdan ji bo parastina xaka xwe û bidestxistina azadiya xwe tiştên xwe yên herî bi nirx dane. Ji ber vê yekê civak deyndarê fedekariya van şehîdan e.
Ji Rêveberên Meclîsa Jinan ya Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Kino jî diyar kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûne yek û banga berdewamkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şehîdan kir.
Birayê şehîd Gîvara, Ceger Elîko jî anî ziman ku parastina welat bi fedekariyan pêk tê û banga avakirina welatekî demokratîk li ser esasê hevkarî û rêzgirtina ji bo kesan din kir.
Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.



