Xelkê kantonên Tebqa û Dêrazorê şehîdên Qereçox û yên meha Nîsanê bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan nû kir.
Di merasîman de, malbatên şehîdan, xelkê herêmê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclsiên girêdayî wê, amade bûn.
Li wir hate gotin;
“Van cangoriyan bi canê xwe parastina rûmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin.”
Paşê sînevîzyon li ser şehîdên Qereçox û şehîdên meha Nîsanê hatin pêşkêşkirin.



