Li Dêrikê bi sedan kesî bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Li bajarê Dêrikê bi sedan kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xist. Girseya wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hilda li Qada Azadî dest bi meşê kir.
Di meşê de bi navber dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û pankartên bi nvisîên “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatin vekirin.
Meş di sûka navendî re derbas bû li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê.
Li vir piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Kongra Star Şadiya Yûsif axivî.
Şadiya bal kişand ser tevgerên dîplomatîk ên jinan ên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got, dê heya pêkanîna vê armancê tê bikoşin.
Rêveberê Meclisa Bajarê Dêrikê Ceger Efrîn jî girîngiya girêdana bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve destnîşan kir û got, dê bê westandin daxwaza azadiya wî ya fîzîkî berdewam bikin.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.



