QSD’ê ragihand ku wê li gundewarê Dêra Zorê li hemberî tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, tedbîrên ewlehiyê zêdetir kiriye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li gundewarê kantona Dêra Zorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Di du rojên dawîn de rêxistina DAIŞ a terorîst li Dêra Zorê rêze êrişên terorî pêk anîn. Ev êriş planên xeternak ên rêxistina terorîst nîşan dide.
Êrişek li bajarokê Cezrat ê gundewarê rojavayê Dêra Zorê û yek din li bajarokê Dîbanê yê rojhilatê Dêra Zorê li dijî erebeyeke leşkerî pêk hatin.
5 şervanên me di dema bersivayîna van êrişan de şehîd bûn û hin din birîndar bûn.
Ligel zêdebûna tevgerên şaneyan û çalakiyên wê yên terorîst li Sûriyê û bi taybetî li Dêra Zorê, hêzên me bi hemû meclisên xwe yên leşkerî, li hemberî planên terorîstî yên plankirî, tedbîrên ewlehiyê û dewriyeyên xwe li herêmê zêdetir kirine.
Rêxistina DAIŞ a terorîst hewl dide bighêje asteke sabit a çalakiyên terorî yên li dijî hêzên leşkerî, rêveberî û saziyên civakî.
Hêzên me teqez dikin ku ew amade ne şaneyên terorî yên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, bişopîne.
Her wiha teqez dikine ku di hemû mercan de mîsyona xwe ya parastina şêniyan bidomîne.”



