Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 8’ê Sibata 2024’an de li Dersimê “Meşa Mezin a Azadiyê”li dar xist.
Bi hinceta ku di dema meşê de li ber stranên Kurdî govend gerandin 10 meh cezayê girtîgehê da 5 sîyasetmedaran.
Di vê çarçoveyê de danişîna dozê hat lidarxistin.
Doza Hevserokên Bajar ên berê Esma Ataş û Ozcan Gurtaş, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ,
Nazli Oz Çelîk û Ozer Laçîn, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat lidarxistin.
Dozgerî xwest bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ceza were birîn.
Parêzeran jî diyar kirin ku çalakiya partiya siyasî weke sûc hatiye nîşandan û daxwaza beraetê ya miwekîlên xwe kirin.
Parêzeran, dan zanîn ku emniyetê wergera gotinên stranên “Berxwedan xweş doz e” û “Herne Pêş” şaş wergerkirine .
Dadgehê cuda cuda li her 5 kesan 10 meh cezayê girtîgehê birî û biryara taloqkirina cezayê da.



