Nexweşxaneyên Desteya Tenduristiyê ya rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona cizîrê, di Nîsanê de, 438 emeliyet kirin.
97 hezar û 166 nexweş pêşwaz kirin û 771 caran bê pere gurçikên nexweşan şûştin.
Li kêlek wê jî xizmetguzariyên dîtir pêşkêş kirin.
Di meha Nîsanê de, rêjeya tevgereke berbiçav li nexweşxane û navendên Desteyên Tenduristiyê hebû.
Tenê li kantona Cizîrê, û li gorî amarên fermî ya Desteya Tenduristiyê, di meha Nîsanê de ev kar hatine tomarkirin:
422 rewşên welidîna xwezayî.
221 emeliyeta qeyserî, ji bo misogeriya ewlehiya dayik û zarokan.
217 emeliyetên giştî li tevahî nexweşxaneyên kantonê
Pêşwazîkirina 93 nexweşan ji hêla Navenda Jiyan a Dermankirina Xwezayî ve û pêşkêşkirina dermanan.
771 caran gurçikên nexweşên têkçûna gurçikan bê pere hatin şûştin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê ji malpera Rêveberiya Xweser re daxuyaniyek da.
Tê de gotibû , ku deste bi hemû enerjiya xwe xebatên xwe didomîne, ku xizmetguzariyan li gorî derfetên xwe pêşkêş bike.



