Desteya Tenduristiyê , yekem odeya emeliyetê ji bo dermankirin şewatan li bajarê Reqayê vekir.
Ev yek jî bi armanca pêşxistina beşa tenduristiyê ye .
Li gorî malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk:
Vê gava yekem e li asta nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser li Herêmê tê avêtin.
Armanca wê jî asta xizmetguzariya ji nexweşên şewatê û deformasyonên (xerabûn) çermê re bên pêkêşkirin.
Di vekirina odeyê de, nûnerên ji deste, nivîsgehên Meclisa Rêveber, kadroyên tibî û pîşeyî amade bûn, rewşa odeya nû û alavên wê şopandin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Reqayê Ariya Mihemed di vekirina odeyê de got:
Vekirina vê odeyê destkeftiyek e, ku firehkirin û nûkirina binesaziya tenduristiyê ya kantonê nîşan dide.
Li aliyekî din jî pispora emeliyeta xweşikkirin û şewatê Dr. Mizgîn Ebdulqadir Murşid got:
Ji bo pêkanîna emeliyetên baldar bên misogerkirin, di beşa nû de alav û teknîkên nûjen hene.
Di dawiyê de li odeyê gerîn û xizmetguzariyên ku wê ev beşa nû ji nexweşan re pêşkêş bike hatin nasandin.



