Ji ber Bahoza dijwar a tozê ku li kantona Cizîrê û Dêra zorê rabû, zarokekî 7 salî li Hesekê jiyana xwe ji dest da û hejmarek welatî birîndar bûn.
Demjimêrên piştî nîvro li kantona Cizîrê û Dêra Zorê bahozekî dijwar a tozê rabû.
Bahozê tevger rawestand û çûn û hatin qut kir.
Ji ber bahoza dijwar li taxa Zihûr a Hesekê malek hilweşiya û zarokekî 7 salî jiyana xwe ji dest da
Her wekî hejmarek welatî birîndar bû.
Ji bilî hilweşandina malan, bi dehan dar şikandin, totya anîn xwarê û gelek ziyanên din gihanda mal û milên welatiyan.
Her wekî ji ber dijwarbûnê, erebeyek li bajarê Hesekê hewirî.
Bahoz heta demekî, bû sedema girtina hinek rêyan jî û tevgera erebeyan rawestand.



