Çalakgerên Siwêdayê di çalakiyeke protestoyî de nerazîbûna xwe li hember siaysetên desthilata Şamê nîşan da û daxwaza parastina navneteweyî kir, her wiha tu lihevkirin an jî bendên bikevin xizmetî desthilata Şamê red kirin û desthilat bi “selefî” wesif kir.
Çalakgerên Siwêdayê li Qada Keramê çalakiyeke protestoyî li dar xist, di çalakiyê de daxwaza parastina navneteweyî kir û got hikumeta heyî “hikumeta nerewa” ye û red kir, her wiha lihevkirin an jî bednên bikevin xizmetî berjewendiyên desthilatên “selefî” red kirin.
Çalakger Lîna Ebû Hemdan ji qada Keramê got daxwaza protestoyan rojane zêdetir dibe û destnîşan kir ku pêwîst e planên ku armanc dikin mozaîka Sûriyeyî werin aşkerakirin, bi taybet hewldanên derbekirina kêmneteweyên olî û paşguhkirina wan.
Çalakgeran bang kir ku kiryarên bi “bazirganên krîzan” wesif kirine rawestînin ku ew rewşên siyasî û aborî keysbaz dikin û êşên welatiyan zêdetir dikin.
Her wiha çalakgeran peyamek ji desthilata Şamê re şand ku “lîstikên we aşkera bûn”, ji ber ku di bin gelek navan de kiryaran dikin; hin caran bi navê nûnerên desthilata qanûnê hin caran jî binpêkirina qanûnê derdikevin.
Berdevka Nivîsgeha Kar û Barên Jinan Esala Eslan jî got bûyera vê dawiyê ya li Siwêdayî û hedefgirtina yekser ji herêmên ku piranî Durzî re, planeke mezhebî û terorî ye bi hewldana tunekirina pirrengiya olî û çandî li welat e û veguherandina Sûriyeyê ber bi dewleteke xwedî damxaya selefî ya tundraw e.



