Hevrêyên endamê Hêzên asayişê şehîd Rizgar Zagros di merasîma sersaxiyê de got, “Mîna şehîd bi rihê xwe, bê dudilî, bê tirs û bi fedakarî canê xwe kir oxirî parastina ewlehî û aştiya civakê em rêça wî bişopînin.”
Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan berê xwe da konê sersaxiyê yê endamê Hêzên asayişê şehîd Rizgar Zagros (Îdrîs Xalid) û sersaxî da malbata wî.
Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hat vedan.
Şehîd Rizgar di 3’yê Gulanê de ji ber birînên xwe, dema li ser erkê xwe bû, şehîd bûbû.
Di merasîmê de endama Hêzên Elwekariya Hundirîn Cûlyana Sîdo fedakariya şehîd Rizgar silav kir û got şehîd Rizgar di kar û xebatên xwe de fedakar bû û bê dudilî û tirs aştiya civakê parast.
Her wiha hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo got:
“Divê em destkeftiyên şehîdên ku di oxira wê de canê xwe bê dudilî û tirs ji bo rizgarkirina welat daye, biparêzin.”
Piştre şêniyan sersaxî da malbata şehîd Rizgar Zagros.



