Piştî aloziyên ku çend rojan dom kir zêdetirî 300 xwendekarên Siwêdayê ku li Helebê dixwendin vegeriyan Bajarên xwe.
Li gorî agahiyên xwendekaran û malbatên wan:
Piştî îstîqrareke rêjeyî li ser rêya Şam-Siwêdayê çêbû nêzî 300 xwendekarên Siwêdayê ku li Helebê dixwendin gihîştin Siwêdayê.
Derxistina xwendekaran piştî nêzî 10 rojan ji destpêkirina bûyerên tundiya mezhebî pêk hat.
Xwendekarekî ku duh gihîşt Siwêdayê got:
“Mixabin me ji ber tundiya mezhebî terka xwendina xwe kir.
Em nizanin ka ev çi kareset e bi ser serê welatê me de hatiye.
Em li benda dewletê bûn ku li hemberî van êrişan helwesteke cidî nîşan bide, lê mixabin ew jî bê deng bû.”
Berî 10 rojan jî bi hezaran xwendekarên Siwêdayê ji bajarên Hums, Şam, Laziqiyê û Hemayê hatin derxistin .



