Şêxê eşîra Bû Misera Feysel El-Ehmed diyar ku tu tevahî eşîrên Ereb bi QSD’ê re ne û got:”QSD’ê şerê terorê kir û tevahî pêkhateyên herêmê diparêze.”
Rûspiyên qebîla Weda û şêxê eşîra Bû Misera Feysel El-Ehmed da zanîn ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê herêmê rigarkirina û ew parastin.
Ji lewra Feysel El-Ehmed piştgiriya xwe bi hêzên sûriya demokratîk diyar kir.
Feysel îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û diyar kir ku ew bi van êrîşan dixwaz e vîna gel a hevpar têk bibe û li herêmê Osmaniya Nû ava bike.
El-Ehmed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagriker û çeteyên wê li dijî herêmê dewam dikin.
Şêx Feysel El-Ehmed da xuyakirin ku yekitiya pêkhateyên Sûriyê ji hemû komployan bihêztir e û tiştek nikare vê yekê bişikîne.
şêxê eşîra Bû Misera teqez kir ku wan çawa DAIŞ’ê têk birin wê bi yekîtiya xwe dewleta Tirk jî têk bibin.