Wezareta Navxwe ya Iraqê têkildarî civîna Erebî ya li Bexda daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku ji sibe û pê ve heta 20’ê Gulanê hemû çalakiyên nava bajar qedexe ne û her kesê çalakiyek bike wê bê binçavkirin.
Her wiha Wezaretê diyar kir ku hemû tedbîrên ewlekariyê hatine girtin.
Tê payîn ku 18’ê Gulanê bi tevlîbûna gelek berpirsên bilind ên welatên Ereban li Bexdayê civîna Lûtkeya Erebî bê lidarxistin.



