Meclisa Bilind a Elewiyan li Sûriye û Diyasporayê Nivîsgeha Hevrêzî û Têkiliyên Giştî ya Herêmî û Navneteweyî ava kir.
Berdevka nivîsgehê diyar kir ku armanc ji vê avakirinê yekkirina xîtaba siyasî ya Elewiyan li hundir û diyasporê, avakirina hevkariyan bi tevahî pêkhateyên Sûriyê re û piştgiriya modela birêvebirina nenavendî ya li perava Sûriyê, gudnewarê wê li Humis û Hemayê ye.
Di daxuyaniyê de behsa armancên nivîsgehê jî hat kirin.
Li gorî vê, ji bo hemû alî, pêkhate û welatên ku bi pirsgirêka Sûrî re têkildar in nêrîna pêkhateya Elewî di warê siyasî û dîplomatîk de ragihîne.
Nivîsgeh dixwaze di civîn, deste û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî de wekî nûnerê Elewiyan ê fermî cihê xwe bigire.
Ji bo ku ev pêk were jî wê toreke peywendiyan ava bike.



