Bi sedan xelkê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ebdurehman El Hetro spart axê û got, heta pêkanîna hêvî û armancên şehîdan li ser şopa wan in.
Şervanê QSD’ê şehîd Ebdurehman El Hetro di 21’ê Gulanê de li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbû.
Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd xelkê bajarê Hesekê li goristan şehîd Dijwar kombûn.
Beşdarên merasîmê fedekariya şehîdan bibîrxistin û gotin:
“Ciwanên me ji bo mayînde kirina aramiya herêmê canê xwe feda kirin.
Em soz didin ku destkeftiyên wan biparêzin û xwedî li fedekariya wan derkevin.”



