Bi hatina havînî û bilindbûna pileya germahiyê re li bajarokê Um Hicêra yê girêdayî bajarê Holê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê kûrtir dibe.
Ji bo vê yekê ji aliyên peywendîdar bangên destwerdana lezgîn hatin kirin.
Um Hicêra yek ji deverên ku ava vexwarinê lê kêm e, ji ber ku ava binerdê ya heyî şor e û ji bo vexwarinê nabe.
Şêniyên bajarokê Um Hicêra di zivistanê de debara xwe ya avê bi depokirina ava baranê bi cih dianîn.
Lê îsal ji ber ku baran pir kêm bariya aloziya avê derket û tu alternatîfên din tune ne.
Şêniyên bajarokê Um Hicêra diyar kir ku di vê dawiyê de tankerên ku ava şêrîn li bajarok belav dikir, sekînin, bi wê re êşa şêniyan zêdetir bû:
Der barê pirsgirêka avê li bajarokê Um Hicêra de Serokê Beşa Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Holê Seyid Elî Hemod axivî û got:
Ji ber qutbûna mazota xizmetê (xedemî) tankerên ku ava şêrîn bi bihayekî guncaw li şêniyan belav dikir, sekinîn.
Divê bi awayekî lez mazotê xizmetê were peydakirin û lihevkirin bi hejmarek mezin a xwediyên tankeran re were kirin ku berdewama belavkirina ava vexwarinê li şêniyan were misogerkirin.
Hemod hişyarî da ku eger tedbîrên bi lez neyên girtin, wê rewşa mirovî li bajarokê dijwartir be.



