Wezîra berê yê derve yê Almanya Annalena Baerbock di dengdaneke de, wek Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat hilbijartin.
Annalena Baerbock dê di meha Îlonê de dest bi kar bike.
Wezîrê berê yê derve yê Almanya Annalena Baerbock wek seroka demkî ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat hilbijartin.
Annalena Baerbock di hilbijartina serokatiyê de, ku li ser daxwaza Rûsyayê bi dengdaneke veşartî ya neasayî hat lidarxistin.
Ji 188 dengên derbasdar ên Civata 193 endaman 167 deng wergirt, di heman demê de 14 welatan jî bêalî man.
Heft welatan piştgirî dan namzeta destpêkê ya Almanya, Helga Schmid. Hin welatan beşdarî dengdanê nebûn.
Siyasetmedara 44 salî ya Keskan dê di 9’ê Îlonê de dest bi wezîfeya xwe ya salekê bike.
Yek ji erkên herî girîng ên Baerbock di rola xwe de dê organîzekirina hilbijartina cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres be, ku wezîfeya wî di dawiya sala 2026’an de diqede.
Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî xwedî girîngiyeke sembolîk e ji ber ku ew hemû dewletên endam temsîl dike.
Biryarên Meclisa Giştî, berevajî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji hêla qanûnî ve ne girêdayî ne.



