Li Hindistanê di pîrozkirina serketina tîma Futbolê de ji ber qerebalixê karesatek rû da.
Di qerebalixiyek li derveyî stadyûmeke krîketê li eyaleta Karnataka ya başûrê Hindistanê de, herî kêm 11 kes mirin û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûn.
Qerebalixî di demekê de çêbû ku bi deh hezaran alîgirên krîketê li derveyî Stadyûmê kom bûn da ku serketiyên Lîga Premier a Hindistanê, pîroz bikin.
Serokwezîrê eyaleta Karnataka dibêje girseyê hewl da ku ji yek ji deriyên stadyûmê derbas bibe û bikeve hundir da ku beşdarî pîrozbahiyê bibe.
Serokwezîr got ku 11 kes mirin û 33 kes birîndar bûn û da zanîn ku piraniya birîndaran di rewşek aram de ne û li nexweşxaneyan têne dermankirin.



