Artêşa Îsraîlê di sibeha Cejna Qurbanê de gelek deverên Şerîda Xezayê bi êrîşên hewayî û topan hedef girt.
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, kesek li Xan Yûnisê di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de hatiye kuştin.
Li aliyê din li Xan Yûnisê di encama hilweşîna avahiyekê de 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê di sibeha Cejna Qurbanê de gelek deverên Şerîda Xezayê bi êrîşên hewayî û topan hedef girt.
Şahidên bûyerê ragihandin ku balafirên şer û yekîneyên topan ên Îsraîlê di saetên sibehê de êrîşên hevdem li ser bajarê Xan Yûnis li başûrê Xezayê pêk anîn.
http://doc.afp.com/36H24Q2
Artêşa Îsraîlê li beşên navendî, bakur û rojhilatê bajêr êrîşên bi heman rengî pêk anîn.
Ji ber topbaran û topên Îsraîlê, ji başûrê Xan Yûnisê dûmanek zêde derket.
Doh bi şev 41 kes di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, kesek li Xan Yûnisê di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de hatiye kuştin.
Şahidan ragihandin ku artêşa Îsraîlê hin avahiyên li bakurê Xan Yûnis teqandine.
Taxa Tuffah li rojhilatê bajarê Xezayê bû hedefa êrîşên bejahî yên Îsraîlê, di heman demê de navenda Cibaliye jî rastî êrîşên hewayî yên dijwar hat.
Di êvara Cejna Qurbanê de, 41 Filistînî, di nav de zarok, jin û rojnamevan, di êrîşên artêşa Îsraîlê de hatin ku
Li Şerîa Rojava artêşa Îsraîlê eriş pêk anî
Artêşa Îsraîlê di roja yekem a Cejna Qurbanê de êrîşî bajar û bajarokên Şerîa Rojava jî kir û hin Filistînî binçav kir.
http://doc.afp.com/49424KD
Êrîş bi taybetî li bajarê Qelqelyeyê li bakurê Şerîaya Rojava pêk hatin.
Di êrîşê de Filistîniyek birîndar bû û du Filistînî hatin binçavkirin.
Li Xezayê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Li aliyê din li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê di encama hilweşîna avahiyekê de 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê tank ber bi başûrê Xan Yûnisê ve şandine û hêzeke mezin a Îsraîlê li taxa Tifahê ya Xezayê bi cih bûye.



