Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên ku tevlî kongreya NADA bû derbarê girîngiya rêxstinkirina jinan axivî.
Tara Hisên banga têkoşîna hevpar li tevahî jinan kir.
Tara Hisên mijarên ku di kongreyê de hat niqaşkirin anî ziman:
Li ser rol û yekîtiya jinan niqaş pêş ketin.
Li ser rewşa jinan, tundiya li dijî jinan û têkoşîna jinan niqaş hatin kirin.
Dîsa astengiyên li pêş têkoşîna jinan hat niqaşkirin.
Me di heman demê de qala mirata têkoşîna ji bo azadiyê jî kir.
Em şahidê şoreşa jinan a vê serdemê ne.
Şoreşa jinan a li Kurdistanê wekî destkefiyek gelek mezin hat dîtin.
Tara Hisên da zanîn ku konferansê hêzek mezin û baweriyek mezin da avakirin û wiha got:
Di rewşeke wisa de hatina cem hev a jinan de û parvekirina çandî, siyasî, çivakî û rewberbirî xwedî qîmetek gelek mezin e.
Ji bo xebateke hevpar biryarên girîng derketin holê.
Dê li her welatî û bajarên ku tev li vê konferansê bûne, dê ev biryar têkevin meriyetê.
Pêwiste jin li ser esasê têkoşîna hevpar li dijî hişmendiya baviksalarî têbikoşin.



