Dewleta Tirk malbatên çeteyên Idlibê li Efrînê bi cih dike

2 sal in dewleta Tirk li Efrînê demografiyê dughere, cîhan jî bê denge. Dewleta Tirk niha bi gurbûn şerê li Idlibê re malbatên çeteyên li Efrînê bicih dike.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyên li Idlibê, li Efrînê bicih dike.

Li gorî Malpera Çalakvanên Efrînê, ne tenê malbatên çeteyên ji Idlibê, lê yên ji Heleb, Humis, Xûta û Qelemonê jî li Efrînê tên bicihkirin.

Malperê destnîşan kir ku ev malbat di dergehê Xezawiyê re tên derbaskirin û tenê di sê rojên borî de derdora 18 hezar kes derbasî Efrînê bûye.

Leave a Reply

Back to top button