Cîgira Karûbarê Jinan ya Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji sedî 30 tundiya malbatê ya dijî jinan zêde bûye.
Cîgira Karûbarê Jinan ya Îranê Zehra Behruz derbarê tundiya dijî jinan, ji medya Îranê re axivî.
Zehra Behruz ragihand ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tundiya malbatê ya dijî jinan, ji sedî 30 zêde bûye.
Zehra Behruz xwestderbarê mijarê de lêkolîn were kirin û beriya ku karesat çêbibin, rewşên awarte yên civakî bi cidî werin dest girtin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê meha Gulanê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 10 jin hatin kuştin.
Hate ragihandin ku heman mehê 9 jin neçarî xwekuştinê hatin hiştin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sala 2024’an herî kêm 158 jin hatin kuştin.
16 hezar û 567 jin jî bûn mexdûrê tundiya li nava malê.



