Kurdistaniyên li Fransayê, Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer ku îsal cara 15’emîn tê lidarxistin, bi coşekî mezin dan destpêkirin.
Mihrîcan bi durişmeya “Bi Şoreşa Çandî re ber bi Sosyalîzmê re” li bajarê li Marsîlyayê hat lidarxistin.
Mihrîcana ku bi hezaran ciwan tevlî bûn, hem piştevaniya çandî û hem jî hêviya azadiyê anî ba hev.
Ciwanên di Mihrîcanê de axivîn Şehîdên Azadiya Kurdistanê bibîranaîn û gotin:
“Aştî ne tenê çareseriyekê siyasî ye, lê ji bo dostaniya di navbera gelan de û aramiya civakî girîng e.”
Her wekî di mihrîcanê de bang li ciwanan hate kirin ku divê ciwan li ser fikr û felsefeya Rêber Apo birêxistinkirî û hişmend bibin.



