Balafirên bêmirov ên biçek yên nenas li Idlibê 2 caran êriş kir.
Tê de 3 kesên nenas hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mriovan a Sûriyê ragihnd ku di seatên nîvro de balafirek bêmirvo a nenas li derdroa bajarokê El-Dana yê li Idlbê êrişî motorliskêtekî kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Piştî vê êrişî bi seatekê careke din balafireke bêmirov a nenas êriş kir.
SOHR: Di her du êrişan de 3 kesên nenas hatin kuştin
Vê carê êriş li bajarê Atima yê li bakurê Idlibê pêk hat.
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku di vê êrişê de kesek hate kuştin.
Tê gotin ku ew çekdarekî biyanî ye.
Di herdu êrişan de, 3 kes hatine kuştin.
Tê texmînkirin ev her du êriş ji aliyê koalisyona Navneteweyî pêk hatine, çimkî berî niha gelek êrişên li wê deverê li xwe girtiye.



