Hîna nirxê genim nehatiye diyarkirin, lê belê navendên wergirtina genim xebatên xwe didomînin.
Li Kantonên Cizîr û Firatê heta niha derdora 8 hezar ton genim ji cotkaran hatine wergirtin.
Li Kantona Cizîrê 10 navendên wergirtina genim hene, ku li deverên sereke yên çandiniyê hatine belavkirin ji bo hêsankirina wergirtinê û sivikkirina barê cotkaran bike.
Li gorî nivîsgeha ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdaniyê, navendên Til Hecer û Sebah El Xêr li Kantona Cizîrê ji destpêka meha Hezîranê ve nêzîkî 4 hezar ton genim wergirtine.
Her wiha navendên wergirtina genim ên Gundê Rovî û bajarê Celebiyê yên Kantona Firatê jî di 2’yê Hezîranê de dest bi wergirtina genim ji cotkaran kirine.
Hat diyarkirin ku her du navend rojane nêzî 500 ton genim werdigirin.



