Li taxên Eşrefî û ŞêxMexsûd xebatên paqijiyên hatin dest pêkirin.
Xebatkarên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, berê xwe da herêma Benî Zêd, ji bo ku tevahî kolanên şaxî û sereke paqij bikin.
Li gorî rayedarên Şaredariyê, ev xebat di çarçoveya parastina ji nexweşiyan de pêk tê.
Bi taybet jî bi hatina havînê re pêwîstî hat dîtin ku hemleya pakijiyê bikin da ku gel ji nexwaşiyan werin parastin.
Rayedaran diyar kirin ku 15 karker tevî alavên şaredariyê wekî treks, bokêt, 3 kamyonên mezin û tankerek avê jî beşdarî karê paqijiyê bûn.
Her wekî rayedaran destnîşan kirin ku ev pêngava paqijiyê weke temam kirina karê şaredariyê yê bi durişmeya “Em bi hev re bajarê xwe xweştir bikin pêk tê” dewam dike.



