Rayedarekî payebilind ê Îranî ji Reutersê gotiye ‘welatekî dost ê li herêmê’ hişyarî daye wan ku Îsraîl dikare êrîş bike.
NBC Newsê jî îro nûçeyek weşand, bal kişand ser çavkaniyên nêzî mijarê û îdîa kir ku Îsraîl bêyî piştgiriya Amerîkayê plan dike ku li hemberî Îranê operasyoneke leşkerî bike.
Her wiha tê plankirin ku roja Yekşemê li Ûmmanê Îran û Amerîkayê hevdîtinên nû bikin.
Agahî hene ku Îsraîl êrişî Îranê bike.
Li gorî Reutersê, rayedarekî payebilind ê Îranî diyar kiriye ku ‘welatekî dost ê li herêmê’ hişyarî daye wan ku Îsraîl dikare êrîş bike.
Rayedarekî payebilind ê Îranî ji Reutersê re axivî û got:
“Îran ji ber rageşiya li herêmê zêde bûye wê dest ji mafê xwe yê dewlemendkirina ûranyûmê bernede.”
Rayedarê payebilind anî ziman ku welatekî ‘dost’ ê li herêmê di mijara êrîşeke leşkerî de hişyarî da Tehranê.
Rayedar diyar kir ku ji bo Tehran helwesta xwe ya têkildarî mafên xwe yên nukleerê biguherîne rageşî tê mezinkirin û got, tê plankirin ku roja Yekşemê li Ûmmanê bi Amerîkayê re hevdîtinên nû bêne kirin.
NBC News: Îsraîl plana operasyoneke leşkerî dike
Bi nêzîkbûna tûra danûstandinan a navbera Îran û Amerîkayê re, di medya Emerîkayê de nûçeyên wiha hatin weşandin ku bal kişandin ser encamên leşkerî yên serneketina van hevdîtinan.
NBC Newsê îro nûçeyek weşand, bal kişand ser çavkaniyên nêzî mijarê û îdîa kir ku Îsraîl bêyî piştgiriya Amerîkayê plan dike ku li hemberî Îranê operasyoneke leşkerî bike.
Çavkaniyan gotin:
“Xwedî agahiyeke wiha nînin ku DYE beşdarî operasyoneke bi vî rengî ya gengaz bibe.”
CBS news: Îsraîl amade ye
CNS Newsê beriya niha bi gelek çavkaniyan piştrast kiribû ku rayedarên Amerîkî di wê baweriyê de ne ku Îsraîl ‘bi temamî amade ye’ ku li hemberî Îranê dest bi opreasyoneke leşkerî bike, lê belê rayedarên Îsraîlî û berdevkê Qesra Spî di vê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedan.



