Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê diyar kir ku tevahiya geştên hewayî ji bo demekê dane sekinandin.
Piştî êrişa vê sibehê ya Îsraîlê ya li dijî Îranê, Iraqê ji bo ewlehî û metirsiya egera êrişên li nav Iraqê tedbîran digire.
Wezareta Veguhestinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku geştên hewayî li hemû balafirgehên Iraqê bi tevahî hatine rawestandin.
“Ev tedbîr ji bo parastina ewlehiya rêwiyan hatiye girtin”
Di daxuyaniyê de Wezaretê destnîşan kir ku ji bo ewlehiya geştên sivîl ên li qada hewayî ya Iraqê were mîsogerkirin, qada hewayî bi demkî wê were girtin .
Her wiha di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şîrketa Giştî ya Xizmetên Seferên Hewayî ya Iraqê gav bi gav dest bi valakirina hemû balafirên ku digihîjin Iraqê, ji Iraqê derdikevin kiriye.
Hate ragihandin ku ev tedbîr ji bo parastina ewlehiya rêwiyan hatiye girtin.



