Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane ya Siwêdayê ji bo Sûriyeke pir rengîn konferansek giştî li dar xist.
Di encamnameya konferansa Siwêdayê de banga pergaleke nenavendî û bicihanîna daxwazên xelkê herêmê hat kirin.
Her wiha teqezî li ser yekitiya xaka Sûriyê hat kirin û danezana destûrî ya desthilatê Şamê hat redkirin.
Di 11’ê Hizêranê de Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane ya Siwêdayê konferansek giştî li dar xist.
Ev konferans ji bo nirxandina rewşa siyasî ya welat û diyarkirina helwesta tevgerê hat lidar xistin.
Di konferansê de gelek kesayetên olî, civakî, siyasî û leşkerî beşdar bûn û rexne li performansa desthilata Şamê kirin.
Beşdaran diyar kirin ku desthilata Şamê di pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê de têk çûye û gotin:
“Desthilata Şamê hikumeteke yekreng ava kiriye ku bi tena xwe biryarê dide.
Ev jî parçebûn û mezhebperestiyê xurt kiriye.”
Her wiha beşdaran bêçarebûna desthilata Şamê rexne kirin ku nikare dawî li binpêkirinên li dijî Elewî, Îsmaîlî û Êzidyan û Marûfiyên li Ceremana, Sehnaya û Eşrefiyê bîne.
Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane ya Siwêdayê encamnameya konferansê aşkera kir.
“Danezana Destûra heyî nayê qebûlkirin divê destûreke nû were sazkirin”
Di encamnameyê de bal li ser van xalan hatiye kişandin:
Pabendîbûna bi yekitiya Sûriyê ji ber ku Siwêda jî beşek ji Sûriyê ye.
Divê şêwazê rêveberiyê nenavendî be ku beşdariya tevahiya pêkhateyên Sûriyê mîsoger bike.
Danezana destûra heyî nayê qebûlkirin, divê destûreke nû were sazkirin ku wekheviyê pêk bîne .
Divê tevahî komên tundraw ji derdora parêzgeha Siwêdayê werin derxistin û ambargoya li ser parêzgehê were rakirin.
Divê der barê sûcên ku li dijî şêniyên parêzgehê hatine kirin de lêkolîneke serbixwe were vekirin.
Divê Desthilata demkî bi fermî lêborînê bixwaze û tawîzên madî û manewî bide mexdûran.
Divê li gelemperiya welat saziyên perwerdeyê werin parastin û beşên zanîngehan li Siwêdayê werin vekirin.
Mafê şêniyên parêzgehê heye ku kar û barên xwecih bi rêve bibin û saziyeke ewlehiya navxweyî ya serbixwe ava bikin.
Ji bo xweparastinê jî divê çek di destê şêniyên herêmê de bimîne.
Ji armanca hêsankirina tevgera veguhestin û zimhêrê jî divê daxwaza vekirina deriyê sînor ê bi Urdinê re were kirin.
Divê asta xizmetguzariyê bi rêya hilbijartina meclisên xwecih ên destpak û çalak were pêşxistin.
Divê rewşa debarê bi mijarên siyasî û leşkerî ve neyên girêdan.
Divê budceyeke serbixwe û adilane ji parêzgehê re were veqetandin.



