Desteya Jîngehê ya Kantona Dêrazorê planên xwe yên 2025’an ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên mezin ên jîngehê yên li herêmê, danî.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Dêrazorê Mihemed El Mêzer da zanîn ku desteyek nû hatiye damezirandin.
El Mêzer diyar kir ku desteyê budçeya xwe ya giştî ya 2025’an ji Meclisa Rêveber a Dêrazorê re rakiriye û ev budçe ji bo 5 projeyên xizmetguzariyê ye û wiha ne:
- Avakirina avahiyeke taybet bi desteyê.
- Avakirina laboratuwareke jîngehî ya giştî ku tê de alavên kîmyewî yên guncaw hebin.
- Avakirina projeya şitilgehekê.
- Dabînkirina mobîlya û pêdiviyên pêwîst.
- Anîna alavan ji bo piştgiriya xebata meydanî.
Her wiha El Mêzer girîngî da hevkariya berdewam bi tevahî aliyan re û anî ziman ku Desteya Jîngehê bi Yekitiya Şaredariyan re pirsgirêkên paqijî ,çopgehan û bi Desteya Tenduristiyê re ji bo xelasiya ji çopên tibî, hevkar e.
Li kêlek wê jî Desteya Jîngehê bi Desteya Aborî û Çandiniyê re di nava xebatê de ye.
Û Desteya Jîngehê bi Desteya Sotemeniyê re hevkar e.
“Ji bo ku xweza were parastin dê xebatek zêde pêk bê”
Hevserokê Desteya Jîngehê Mihemed El Mêzer di dawiyê de got ku xebatek zêde pêk bê ku ji aliyê jiyanî baş bibe û xweza werin parastin.



