Rûsya û Tirkiyê dixwazin xwe bê alî nîşan bidin.
Herdu welatan got ku êrişan şermezar dikin û amade ne ji bo rawestandina şerê Îran û Israîlê navbeynkariyê bikin
Di axaftina telefonê ya Serokê Tirkiyê Erdogan û Yê Rûsya Vladimîr Pûtîn de êrişên Israîlê yên li dijî Îranê hatin şermezarkirin.
Erdogan diyar kir ku ew amade ne navbeynkariyê di danûstandinên noklerî de bi armanca bidawîanîna nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de bikin..
Moskovê amadebûna xwe ji bo navbeynkariya Til Avîv û Tehranê ragihand
Rûsyayê jî heman helwest nîşan da û got ku ew jî amade ye navbeynkariyê bike.
Lê di heman wextê de pêşniyar kir ku ew dikare depoyên uranyum yên Îranê bibe ser axa Rûsyayê.



