Duh êvarê 3 moşekên Katyûşa li derdora balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê ketin.
Polîsa Iraqê ji Ajansa Reutersê re ragihand ku ev moşek ji devera Zaferaniye ya li derveyî Bexdayê hatine avêtin û 2 ji wan li nêzî balyozxaneya Amerîkî ketin.
Ji aliyê xwe ve operasyonên hevbeş ên Bexdayê ev yek piştrast kir û destnîşan kir ti ziyan çênebûue.