Ji dema hatina Hikûmeta Sûriya Veguhêz Sûriyê di ber aloziyê ve diçe.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan tenê di rojekê de 10 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku di 24 dawî de 10 kes li Sûriyê hatine kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku li gundê El Muxram El Tehtanî yê Humsê 4 kes dema ku diçûn bazara pez a li bajarê El Muşrife , bi guleyên çekdarên nenas ve hatin kuştin.
Li gundê Hemam El Turkman yê Girê Spî a dagirkirî jî di encama pevçûneke çekdarî yê di navbera du eşîran de kesek hat kuştin.
Li biyabana El Siwêdayê jî du kes ji ber teqîna mayînekê li rojhilatê devera Qaa El Benatê hatin kuştin.
Her wiha li gundê Huweyce El Akirşî yê Reqayê jî termê xortekî kuştî hate dîtin.
Li li gundê Laftaya yê Humsê jî ciwanek piştî ku ji aliyê komek çekdar yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hatibû revandin, hat kuştin.
Li bajarê El Senemên yê Derayê jî endamekî Wezareta Parastinê li ber deriyê mala xwe ve hate kuştin.



