Li herêmê amadekariyên ji bo lidarxitina pêşangeha Şehîd Herekol tên kirin
Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji bo serxistina pêşangeha 9’an a Şehîd Herekol ya pirtûkan civînek lidarxist.
Di civînê de amadekariyên pêwîst ên ji bo serxistina pêşangehê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistin pêşengehî di Cotmeha bê de hat gotûpêjkirin.
Her wiha astengî û zehmetiyên ku li pêş pêşangehên berê derketine hatin nîqaşkirin.
Li kêlek wê jî çareseriyên guncaw yê xurtkirina pêşxistina mekanîzmaya xebatên pêşengehê û beşdaran, hatin pêşkêşkirin.
Hejayê bibîrxistinê ku di pêşangeha 8’an de 54 çapxane û saziyên wêjeyê, bi zêdetirî 143 hezar pirtûkên bi ziman û zaravayên cûda yên cîhanê beşdar bûn.



