Li bajarê Tebqayê, Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hişyarî ji bo kêmbûna rêjeya avê ya bîrên bajarê Curniyeyê da, ku gefê li jiyana 60 hezar welatiyên bajarê Curniyê û gundewarê wê dixwe.
Ji ber hişkbûna bîrên avê yên bajarê Curniyeyê, Yekîneya Avê ya kantona Tebqayê rewşa awarte ragihand.
Yekîneya kantonê destnîşan kir ku di encama hişkbûna bîran de tûrbînên stûnî rawestiyan û krîza avê kûrtir bû.
Di çarçoveya girtina tedbîran de, Yekîneya Avê ya bajêr destnîşan kir ku wan plan kir ku 3 tûrbînên asoyî siwar bike.
Heta niha yek hatiye siwarkirin û 2 mane.
Her wiha çaverê ye ku di rojên bê de bên siwarkirin, şiyana her pompeyekê 185 hesp e.
Ev yek jî weke çareseriyeke demkî ya peydakirina pêdiviyên şêniyan e, heta ku bîr wek berê vedigerin.
Hêjayî bibîrxistinê ku ji ber kêmbûna rêjeya ava gola Firatê Desteya Enerjiyê daxuyaniyek ji rûdana kareseteke mirovî dabû.
Di 1’ê Hezîranê de jî Yekîneya Avê ya Tebqayê ragihand ku stasyona avê ya Ayid û bîrên wê bi temamî rawestiyane.
Di encamê de jî av ji ser bi dehan gund qut bû.



