Li Eyn Îsa kesekî ku dixwest sotemeniyê bibe herêmên dagirkirî girt

Buroya Ewlehiya Bendên Kontrolê ya navçeya Eyn Îsayê, kesek ku dixwest sotemenî bibe herêmên dagirkirî, girt.

Endamên Ewlehiya Bendên Kontrolê yên navçeya Eyn Îsayê kesên ku benzîn derdixist herêmên dagirkirî girt.

Ew ku kes li ser rêya navneteweyî ya M 4 hat girtin, dixwest sotemeniya ku ji bajarê Hesekê aniye di rêya gundê Şergirak re derbasî herêmên dagirkirî bibe û li wir bifiroşe.

Kesê ku hatiye girtin, 3 bermîl di depoya binê erebeya xwe de veşartibû.

Her wiha bi rêya hin textan depoya benzînê pêçabû.

Ji rêveberên Buroya Ewlehiya Bendên Kontrolê ya navçeya Eyn Îsayê Welat Bozan dazanîn ku ev cara 2. ku derbaskirina sotemeniyê ji bo cihên hatî dagirkirin tê astengkirin.

Leave a Reply

Back to top button