Gelek helwest û nerazîbûn li hemberî êrişa Amerîkayê ya li dijî Tesîsên nukleerî yên Îranê derketin..
Piştî êrişê Washington Tehran agahdar kir ku niyeta wê ne guhertina rêjîmê ye..
Supaya Pasdarên Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî gotin:
“Mafê Îranê yê bersivdayinê di çarçoveya xweparastinê de heye.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û hikumeta Iraqê jî êrişa Amerîka ya li ser Îranê şermezar kirin.
Serokê Armîkayê Donald Trump danê siharê di peyamekê de ku li ser platforma medyaya civakî Truth Social parve kir û got:
”Tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfahanê hatine bombebarankirin”.
Supayê Pasdarên Îranê helwesta xwe ya li ser êrişa Amerîka ya li ser tesîsên nukleerî yên Îranê eşkere kir û di daxuyaniya xwe de gotin: ”Êdî şer ji bo me destpê kiriye.”
Washington: Niyeta me ya guhertina rêjîma Îranê tune ye
Ji aliyê xwe ve, rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Nûnerê Taybet ê Amerîkî Steve Witkoff destûr wergirtiye ku bi Îraniyan re biaxive.
Di demekê de ku Serokê Amerîkî Donald Trump hewl da ku îhtîmalek ji bo gihîştina hin cure têgihîştina dîplomatîk ku dikare herêmê aram bike biparêze.
Perpirsên Amerîkî jî ji rojnameyê re got ku rêveberiya Trump bi Îranê re têkilî danîye da ku zelal bike ku êrîş operasyoneke yekalî bû, ne destpêka şerekî ku armanca wê guhertina rejîmê bû.
Ev têkilî piştî rêze êrîşên asmanî yên Amerîkî yên li ser tesîsên nukleerî hatibûn kirin, tê.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Mafê Îranê yê bersivdayînê heye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî êrişa Amerîkayê şermezar kir.
Eraqçî got ku Amerîka weke endamek Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî, bi êrişa li ser tesîsên atomî yên Îranê, binpêkirinek xeternak a Peymana Neteweyên Yekbûyî, yasaya navneteweyî û Peymana Belavnekirina Çekên Atomî pêk aniye.
Eraqçî jî gefa bersivdayînê xwar û wiha bi lêv kir:
Li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî û bendên ku rê didin bersiveke rewa di çarçoveya xweparastinê de, Îran mafê hemû vebijêrkan ji bo parastina serwerî, berjewendî û gelê xwe diparêze.
Guterres: Êrîşên Amerîka ên li ser Îranê alozî kûrtir kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres nerazîbûnên xwe li ser êrîşên Amerîkayê anî ziman û wan wekî “zêdebûna aloziyê ya xeternak li herêmeke li ber hilweşînê” bi nav kir.
Guterres tekez kir ku pêwîst e “ji spiraleke kaosê dûr bikevin”, û got ku çareseriyeke leşkerî tune ye û divê çareserî ji aliyê dîplomasî ve were kirin.
Hikumeta Iraqê êrîşa Amerîka ya li ser Îranê şermezar kir
Hikûmeta Iraqê derbarê êrişa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleerî yên Îranê de daxuyaniyek da û ragihand ku Amerîka li ser herêmê metirsî çêdike.
Berdevkê Hikumeta Iraqê Basim Ewadî ewil êrişa ser tesîsên nukleerî yên Îranê şermezar kir û go:
”Bijardeya leşkerî li ser ewlekarî û aştiya Rojhilata Navîn gefek metirsîdare.”



