Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Dêrazorê Mehmûd El Xelûf êrişên DAIŞ’ê yên dawî li Dêrazorê nirxandin.
Mehmûd El Xelûf got ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin xwe ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û endamên nû, zarok jî di nav de, tevlî refên xwe bikin.
Ji bo em rê li ber êrişên şaneyên DAIŞ’ê bigirin, me bendên xwe yên kontrolê xurt kirine û dewriyeyên xwe zêde kirine.
Çetetên DAIŞ’ê hewl didin ji aloziyan sûdê werbigrin û ji nûve xwe bi rêxistin bikin.
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê kantona Dêrezorê Mehmûd El Xelûf derbarê vê mijarê de ji Ajansa ANHA re axivî.
Mehmûd El Xelûf ragihand ku alozî û pevçûnên herêmî yên di navbera hêzên mezin ên Rojhilata Navîn de rê li ber vejîna çeteyên DAIŞ’ê li herêmê, bi taybet li Dêrazorê, vedike û got:
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê: DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin dike
“Me hin tebîr girtine ku rê li ber vegera DAIŞ’ê bigirin.
Herêma çolistan a berfireh û nebûna çavdêriya ewlekariyê li hin deverên Sûriyê, bi taybetî li rojavayê Firatê, bûye jîngeh û derfetek ku rêxistinên tundrew dîsa li wir çalak bibin.
Valahiya ewlekariyê ya ku ji ber rûxandina rejîmê çêbûye bûye sedem ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bi serbestî li wan herêman tev bigerin.”
Mehmûd El Xelûf: DAIŞ’ê zarokan tevlî refên xwe dike
El Xelûf da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD bi piştevaniya Koalîsyona Navnetewyî, di nava 4 mehên borî de çend operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazorê pêk anîne û wiha domand:
“Di encama wan operasyonan de gelek endam û serçete hatin girtin, wekî Hemûd Ebdullah El Xetîb bi nasnav “Ebû Zekerî” û Xalid Merbed Ubêd bi nasnav “Ebû Omer”.
Piştî lêpirsîna bi çeteyên girtî re derketiye holê ku çeteyên DAIŞ’ê kar dikin ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û endamên nû, bi taybet zarokan, tev li refên xwe bikin.”
Mehmûd El Xelûf: Me bendên kontrolê xurt kirine û dewriyên xwe zêde kirine
Têkildarî tedbîrên ku hatine girtin jî, El Xelûf diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bendên kontrolê xurt kirine û dewriyeyên xwe zêde kirine ku bi şev û roj li herêmê digerin,
her wiha çavdêriya li deriyên sînor jî xurt kirine.
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd El Xelûf di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Dêrazorê kir ku hevkariyê bi hêzên wan re bikin û der barê tevgerên gumanbar de wan agahdar bikirn û got: “Ewlekarî berpirsyariyeke giştî ye û hevgirtina civakê xeta yekem a parastinê ya li dijî terorîzmê ye.”



